Maas: Almanya li Kurdistanê û Iraqê dimîn e
Wezîrê Derve yê Almanya ê nû dibêje, nabe ew ji Îraqê vekişin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Almanya ê nû dibêje, nabe ew ji Îraqê vekişin.
Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas, di yekem gotara xwe de li pêşiya Perlemana welatê xwe ragihand, nabe Almanya hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê û Îraqê vekşîn e, û alîkariya hêzên Îraqî bikin, da ku ew aramiyê li wî welatî peyda bûye biparêz in.
Herweha Wezîrê Derve yê Almanya got, ew vekişandina ji Îraqê bi karekî baş nabîn e, û amajeya şaştiyê ye.
Herweha eşkere kir ku, şêwirmendên wan, dê li Herêma Kurdistanê û Îraqê di karê rahênana Hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê de berdewam bin, lê ew bi nêt in hejmara hêzên xwe ji 1200 bo 800 serbazî kêm bikin.
C.B