Ne av û ne zevî li ser hesareya Uranus tine ye
Hin gerdûnzan di wê baweriyê de ne, ku peşkên avê di nav ewrên xwarê yên hesareya Uranus de hebin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hesareya Uranus yek ji hesareyên mezin yên Komika Rokê ye, ew jî weke hesareya Berçîs û Keywan ji gazê çêbûye û tevahiya wê hesareyê ji ewran pêk tê û ti parçe zeviyek li ser pişta Uranus tine ye ku mirov bikaribe li ser bimeşe.
Herwiha tevahiya hesareyê ji gaza Haydrocîn û Hîlyomê û hin gazên din pêk hatiye.
Uranus û Nipton wek du hesareyên berfî tên naskirin, ji ber nizmiya pileya germê, tevî ku berf jî li ser pişta herdu hesareyan tine ye lê tenê ewr û gaz heye, lê hin gerdûnzan di wê baweriyê de ne, ku peşkên avê di nav ewrên xwarê yên wê hesareyê de hene.
N.O