Li Hewlêrê 10 hezar veyp û 120 kartonên yarîyên agirîn hatin jinavbirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serperiştiya Qaymeqamiya Qezaya Navendî ya Hewlêrê û bi hevaltiya Polîsên Şaredariya Hewlêrê, 10 hezar veyp û 120 kartonên yarîyên agirîn li cihekî taybet û dûrî avahiyan hatin jinavbirin.

Di çarçoveya kempeyna berdewam a lijneyên çavdêrî û şopandinê ji bo parastina tenduristiya giştî û selametiya welatiyan de, duhî Pêncşem, 19ê Mijdara 2026ê, bi serperiştiya Qaymeqamiya Qezaya Navendî ya Hewlêrê û bi hevaltiya Polîsên Şaredariya Hewlêrê, 10 hezar veyp û 120 kartonên yarîyên agirîn li cihekî taybet û dûrî avahiyan hatin jinavbirin.

Li gorî daxuyaniya Qaymeqamiya Qezaya Navendî ya Hewlêrê, ew kelûpel û made di çend rojên borî de li çend cihên cuda cuda yên bajarê Hewlêrê hatibûn desteserkirin.

Qaymeqamiyê herwisa tekez li ser wê yekê jî kir ku firotin û danûstandina bi yarîyên agirîn û veypan bi awayekî neqanûnî û bêyî destûr, bi temamî qedexe ye; ji ber ku ji bilî ku zirara wan a tenduristiyê heye, dibin sedema acizkirina welatiyan û metirsiya şewatê û bûyerên nexwestî jî çê dikin.

Qaymeqamiya Hewlêrê amaje bi wê yekê jî daye ku lijneyên hevpar û hêzên Polîsên Şaredariyê dê li ser ger û pişkinînên xwe di bazar û kogehan de berdewam bin û her kes û aliyekî ku zêdegaviyên li ser rênimayiyan bike, dê rûbirûyî rêkarên tund ên qanûnî bibe.