Li Qamişlo entîkxaneyek bi navê Şehdî Ferhad Sebrî hatiye vekirin
Di Entîkxaneya Şehîd Ferhad de, hin şûnwar hene, ku temenên wan nêzîkî 3000 sal in.
K24 - Navenda Nûçeyan
Entîkxaneya Şehîd Ferhad ya kelepûra Kurdî ku li bajarê Qamişlo hatiye vekirin, bêtirî 1000 parçeyên kevnar û entîkeyên Kurdî cihên xwe têde digrin.
Ew entîkxane salane tenê 3 rojan tê vekirin, ew jî di roja salvegera şehîdbûna xortê Kurd Ferhad Sebrî di bin işkenceyê de, di zindanên rêjîma Sûryê de, ku di 10 Nîsana 2004an de şehîd bû. Lê ji ber rewşa Efrînê îsal entîkxaneyê deryê xwe venekir.
Ehmed Sebrî xwedyê entîkxaneyê ku bi kedeke kesîtî parçe û şûnwar têde kom kiriye, bizavan dike ku entîke û şûnwarên çar parçên Kurdistanê di wê entîkxaneyê de hebin û got: Min parçeyên di entîxaneyê de ji seranserî navçeyên Rojavayê Kurdistanê kom kiriye û min hin parçe ji Bakurê Kurdistanê jî anîne.
Ji heyama 24 salan ve Ehmed Sebrî dest bi komkirina şûnwaran kiriye û heya niha jî li ser vê yekê berdewame û dixwaze parçeyên bêtir kom bike û entîkxaneya xwe fireh bike.
Di Entîkxaneya Şehîd Ferhad de, hin şûnwar hene, ku temenên wan nêzîkî 3000 sal in.
Li Rojavayê Kurdistanê ti entîkxaneyeke fermî ku parçe û şûnwarên Rojavayê Kurdistanê têde bên pêşandan tine ye, lê Ehmed Sebrî dide xuyakirin ku ew bihêvî ye, ew entîkxane bibe entîkxaneyeke netewî û herkes seredana wê bike.
N.O