Jêderek: Serokwezîrê Iraqê serdana Curf Sexirê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî îro 21ê Mijdara 2026an, serdana nahiyeya Curf Sexirê ya li parêzgeha Babilê bike. Ev serdan piştî bicihkirina hêzên ewlehiyê û vekişîna Ketîbeyên Hizbullahê ji pêgehên xwe yên li herêmê tê.

Jêderekî taybet ji kanala Sky News Erebî re ragihand, serdana çaverêkirî ya Zeydî di çarçoveya wan rêkarên ewlehiyê de ye ku hikûmeta Iraqê ji bo jinûve sepandina kontrola dewletê li ser Curf Sexirê girtine ber xwe; ev jî piştî ku herêm bi salan di bin desthilata Ketîbeyên Hizbullahê de mabû û li gel berdewamiya lêkolînên derbarê qaçaxçîtiya neftê û berhewadana samanê giştî de tê.

Wezareta Navxwe ya Iraqê duh damezrandina 12 xalên ewlehiyê ji bo parastina borî û saziyên neftê li Curf Sexirê ragihandibû. Ev gav hevdem bû li gel belavbûna hêzên artêşê, polîsê federal û pêkhateyên Heşda Şeibî li navçeyê.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di planê de vekirina rêyekê li kêleka hêlên boriya neftê heye da ku tevgera tîmên gerok û çavdêriya meydanî hêsantir bibe. Her wiha baregehek ji bo fewceke ewlehiyê tê avakirin, bi armanca xurtkirina parastina saziyên neftê û zexmkirina kontrolê li ser herêmê.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan ji Kurdistan24ê re diyar kir, Ketîbeyên Hizbullahê pabendî fermanên vekişînê yên ji Curf Sexirê bûye û pêgehên xwe radestî pêkhateyên din ên Heşda Şeibî kirine.

Numan tekez kir ku jinûve belavkirina hêzên ewlehiyê bi biryareke serwerî ya Iraqî hatiye kirin û hebûna her destêwerdaneke derve di derxistin yan jî cîbicîkirina vê biryarê de red kir.

Derbarê dosyeya qaçaxçîtiya neftê de jî, Berdevkê Fermandarê Giştî eşkere kir ku komîteyeke lêkolînê ya hikûmî berpirsên binpêkirinan û berhewadana samanê giştî destnîşan kirine û dosyeyên kesên têkildar, bêyî guhdan li alîgirî yan postên wan, şandine dadgehê.

Ev yek di demekê de ye ku berê çend raporan behsa qaçaxçîtiyeke berfireh a nefta xav û berhemên wê ji vê herêmê kiribûn, ku di rêgehên li parêzgehên Kerkûk û Silêmaniyê re derbas dibûn.

Ketîbeyên Hizbullahê ya Iraqê piştî bidawîhatina şerê li dijî DAIŞê desthilata xwe li ser navçeyê sepandibû û di salên borî de bi wê yekê dihat tawanbarkirin ku rê li ber vegera niştecihên koçber bo ser mal û halê wan digirt.