Tirkiye: Heta niha 5 kesan namzetbûna xwe ya Serokomariyê eşkere kirin e

Xelkê Tirkiyeyê di 24ê Hezîranê de ji bo hilbijartina Serokomarê xwe dê biçe ser sindoqan û heta niha 5 kesan namzetbûne xwe eşkere kirin e.

 K24 – Navenda Nûçeyan

Xelkê Tirkiyeyê di 24ê Hezîranê de ji bo hilbijartina serokomarê xwe dê biçe ser sindoqan û heta niha 5 kes namzetbûne xwe eşkere kirin e.

Namzetê herî bibandor yê hilbijartinê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan e û MHP jî piştgiriya wî dike.

Erdogan di sala 1976an de ket nav siyasetê.

Di sala 1986an de bû parlementer û

Sala 1994an de jî bû Şaredarê Stenbolê.

2001an de AK-Partiyê damezirand û partiya wî sala 2002 an de hat li ser hikûmeta Tirkiyeyê.

Erdogan piştî wê demê heta niha 11 sal Serokwezîrtî kir û 4 sal in jî Serokomar e.

Namzeta Iyî Partîyê jî Seroka wê partiyê Meral Akşener e.

Akşener di sala 1995an de bû parlementer.

Piştî salek din jî bû Wezîra Navxwe.

Di sala 2007an jî bû parlementera MHPyê lê di sala 2016an de ji MHPyê hate dûr kirin.

Wê jî sala borî Iyî Partiyê damezirand.

Partiya Akşenerê sekûler û nîjadperst e.

Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek jî namzet e.

Ew jî ji sala 1968an ve di nav siyasetê de ye.

Seroktiya partiyên wekî TÎKP, Partiya Sosyalîst û Partiya Karkeran kir.

Di sala 2008an de ji ber doza Ergenekonê hate girtin lê sala 2014an de hate berdan.

Perînçek her çend berê kesek çepgir be jî niha nîjadperest e.

Di nav namzetan de kurdekî ji bakurê Kurdistanê jî heye.

Rojnamevan Levent Gûltekîn kurdê bajarê Erdexanê bajaroka Goleyê ye.

Bi nêrînên xwe yên dijî Erdoganî tê naskirin û kesek oldar û demokrat e.

Guletekîn 23 sal in rojnamevan û nivîskar e.

Namzetê pêncemîn jî Tuna Beklevîç e.

Beklevîç sala 2006an de Partiya Bihêz a Tirkiyeyê ava kir.

Di referandûma sala borî de li dijî Erdoganî bangeşeya dengê na kir û partiyek jî bi navê NA damezirand.

Piştî ko dengên belê serket wî jî got pêvajoyê nayê dawî nehatiye ji bo hilbijartinên Serokomartiyê li dijî Erdoganî namzet e.

Xwe wekî demokrat û azadîxwaz penase dike.

 

C.B

 

 

Fly Erbil Advertisment