Lêkolînerekî Kurd bawernameya master ji Komkara Erebî wergirt

Lêkolîner Taha Xelo welatiyekî bajarê Hisîça yê Rojavayê Kurdistanê ye û ev çendîn sal in, li welatê Misrê dijî û li wir xwendina xwe ya bilind berdewam dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peymangeha Lêkolînên Erebî ya ser bi Komkara Erebî ve li Qahîre paytexta Misrê, bawernameya master bi pileya nayab, bi lêkolînerê Kurd Taha Mihemed Seîd Xelo ve bexşand.

Lêkolîner û rojnamevanê Kurd Taha Xelo, nameya xwe ya masterê bi navê (Nirxên perwerdeyî di wêjeya Kurdî ya nûjen de) amade kiribû û nivîs û berhemên nivîskar û hizirkarê navdar yê Kurd Selîm Berekat weke nimûne wergirtibû.

Di pêwendiyeke telefonî de, Lêkolîner Taha Xelo ji Kurdistan24ê re ragihand, ku di dema gotûbêjkirina nameya wî de, komîteyê bêtir bal kişand ser pirsa Kurdî û girêdana wê bi naveroka nameya wî re û got: Min karîbû li gel serperiştyarê lêkolîna min Prof. Mihsin Mehmûd Xidir bi awayekî gellekî baş û bihêz bersiva pirs û rexneyên komîteyê bidim.

Herwiha Xelo diyar kir, ku gotûbêja nameya wî bêtirî 3 demjimêran dirêj kir û di encamê de, komîteyê biryar da, ku bawernameya master bi pileya nayab radestî wî bike.  

 

Lêkolîner Taha Mihemed Seîd Xelo welatiyekî bajarê Hisîça yê Rojavayê Kurdistanê ye û ev çendîn sal in, li welatê Misrê dijî û li wir xwendina xwe ya bilind berdewam dike.

N.O