Berzincî: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryarên biwêrane di çaksaziya tenduristî de dane

Saman Berzincî
Saman Berzincî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne ku di Kabîneya Nehê de şoreşeke çaksaziyê di kerta tenduristiyê de hatiye kirin û projeya rêkxistina nirxê neştergeriyan jî di nexweşxaneyên taybet de amade ye û dê di demeke nêzîk de bê bicihanîn.

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro În, 20ê Mijdara 2026ê, tevlî bernameya "Basî Roj"ê ya Kurdistan24ê bû û tê de ragihand ku her çend hêj kerta tenduristiyê girêdayî sîstema kevn a Îraqê û budceya hakîme ye, lê di Kabîneya Nehê de çaksaziya bingehîn dest pê kiriye.

Dr. Saman Berzincî amaje bi wê yekê jî da ku di wê çarçoveyê de, du qanûnên girîng ên rûbirûbûna madeyên hişber û kartêkerên aqilî û qanûna erk û mafê nexweşan, ligel şeş peyrewên qanûnî û zêdetirî 56 rênimayiyan derketine.

Navbirî herwisa got: "Reşnivîsa pênc heta şeş qanûnên din jî amade ye û em daxwazê ji Parlamentoya Kurdistanê dikin ku bi taybetî qanûna bîmeya tenduristiyê bipejirîne, ji ber ku wekheviyê diçespîne û kalitiyê bilind dike."

Li ser kerta taybet jî, Wezîrê Tenduristiyê behsa wê yekê kir ku berê nexweşxaneyên taybet bê çavdêrî bûn, lê niha di bin çavdêriya hikûmetê de ne. Tekez jî kir ku kalitiya derman, amûr û pêdiviyên pizîşkî di nexweşxaneyên hikûmî de her dem ji kerta taybet bilindtir e.

Dr. Saman Berzincî li ser nirxan jî aşkere kir ku di salên 2024 û 2025an û heşt mehên sala 2026ê de, bi buhayê zêdetirî 660 milyar dînaran daşkandin di nirxê dermanan de hatiye kirin û ew pere ji bo berîka welatiyan vegeriyaye. Herwisa projeya vavartina nexweşxaneyên taybet bo sê astan û diyarkirina bilindtirîn astê nirxê neştergeriyê amade ye û di demeke nêzîk de dê bê bicihanîn.

Wezîrê Tenduristiyê zelal jî kir ku pirsgirêka kêmbûna hin dermanên bayolojî û hormonî li seranserî Îraqê hebûye û ji bo çareserkirina wê, ew ligel Bexdayê li ser xetê ne. Tekez jî kir ku ji bilî çend haletên gelek kêm, tevahiya neştergeriyan li navxweya Herêma Kurdistanê tên kirin û di paşerojê de dê du senterên din ên çandina mejiyê hestî li Dihok û Hewlêrê bên vekirin û kar ji bo danîna pampa dilê destçêkirî jî tê kirin.