Li Ciwanroyê pêşangeha pirtûkan bi daşkandineke taybet bo pirtûkên Kurdî hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Demsala Payîzê li Rojhilatê Kurdistanê demsala birêveçûna pêşangeha pirtûkan li hemî bajaran e. Vê carê li bajarê Ciwanroyê yê girêdayî parêzgeha Kirmanşanê pêşangeheke pirtûkan hatiye vekirin ku hejmareke zêde ya pirtûkên Kurdî tê de hene, û pirtûkên Kurdî jî bi daşkandina 15% tên firotin. Vê yekê jî wisa kiriye ku ji aliyê welatiyan ve pêşwaziyeke berçav li vê pêşangehê bê kirin.
Bi minasibeta Hefteya Pirtûkan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, pêşangeheke biçûk lê germ û gur li bajarê Ciwanroyê yê parêzgeha Kirmanşanê hatiye vekirin. Bizavek e ji bo zêdetir pêşxistina çanda xwendina pirtûkan û bi taybetî paldana zarok û nûciwanan ji bo xwendina pirtûkan. Ev pêşangeh bi bizava çend çalakvanên çandî yên wî bajarî hatiye vekirin û daşkandineka taybet ji bo mamosta û xwendekaran hebûye.
Berevajî salên borî, îsal di pêşangeha pirtûkan a Ciwanroyê de girîngiyeke taybet bi pirtûkên Kurdî hatiye dan. Hejmara navnîşanên Kurdî gelek ji navnîşanên Farisî zêdetir e û ji bo pirtûkên Kurdî jî 15% daşkandin hatiye ragihandin. Ev jî bûye sedema wê yekê ku welatî bi germî pêşwaziyê li vê pişka vê pêşangehê bikin.
Ev pêşangeh li hola Pirtûkxaneya Giştî ya bajarê Ciwanroyê hatiye vekirin û dê ji bo dema hefteyekê berdewam be. Di vê pêşangehê de, welatî dikarin bigihîjin zêdetirî 5000 naverokên cuda cuda yên pirtûkan, ku zêdetirî nîvê wan pirtûkên Kurdî ne û berhemên nivîskarên Başûr û Rojhilatên Kurdistanê ne.