Ozçelik: Me tifaq kir, HDP liser soza xwe ne sekinî

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik di bernameya BasîRoj de bersîvên pirsên girêdayî hilbijartinên Tirkiyê, tifaqa ligel HDP a neserkeftî û pêgeha Kurd di hilbijartinên Tirkiyê de da

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik di bernameya BasîRoj de bersîvên pirsên girêdayî hilbijartinên Tirkiyê, tifaqa ligel HDP a neserkeftî û pêgeha Kurd di hilbijartinên Tirkiyê de da.

Ozçelik diyarkir ku, girêdayî nêzîkahiya rastiya Kurd, ti cudahî di navbeyna Hevpeymaniya Cumhur (Hevpeymaniya AK Partî, MHP û BBP) û Hevpeymaniya Millet de (CHP, IYI Parti û Saadet Partisi) nîn e. Her du alî jî, bi helwêstek nîjadperest û siyaseta fermî ya 95 salan xwe nêzîkî pirsa Kurd/Kurdistanê dikin.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê, pêkanîna Tifaqa Hilbijartinan a Kurdistanî ya di navbeyna 5 partiyên Kurdistanî de, destkeftiyek berçav a tevgera Kurdistanê binav kir. Ev yek wekî daxwaz a raya giştî ya Kurd jî nasand. Herweha diyarkir ku, helwêsta Tifaqê ya hevpeymaniyê ligel hemû aliyên Kurdistanî û HDP û HUDA-PARê erêniyek ji raya giştî ya Kurd dît. Ozçelik got: HUDA-PAR herçend di hevdîtina aliyan de nêzîkahî ji bo hevdîtinê nîşan da jî, heta roja îro bi nivîskî ti bersîv nedeyae Tifaqa Hilbijartinan a Kurdistanî. Ji aliyê xwe ve HDP di roja yekem de hevpeymanî ligel Tifaqa Kurdistanî pejirand. Hevseroka HDP Perwîn Buldan di konferansa rojnamevanî ya piştî hevdîtina wan de anî ziman ku: daxwazên Tifaqê, daxwazên wan in jî. Di vê çarçoveyê de çendîn rojan xebatên dualî ji bo pêkanîna hevpeymaniyê liser bîngehê – prensibên siyasî, prensibên xebata hevbeş û temsiliyet…

Ozçelik: “Tifaqê ligel HDP liser deklarasyonekê lihev kir. Bere navê wê: Tifaqa Kurdistanê ya demokratîk a jib o hilbijartinan be. Me bi erênî pejirand, liser 6 xalan me lihevkir. HDP qebûl kir. Paşî gava roja danezana xwe ya hilbijartinê ragihand, qet ne behsa Tifaqê û ne jî wan xalên me bi hevûdu pejirandî kir”.

Ozçelik di dawiyê de anî ziman: Tifaqa Kurdistanî dê domdar be û ligor hêviyên gelê Kurd tevbigere…

 

 

 

C.B