Li bajarokê Ên Îsa teqînek çêbû
Teqîn li nêzîkî bingeheke serbazî hevbeş a hêzên Amerîka û Firensî li bajarokê Ên Îsa yê ser ba bajarê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê ve qewimî.
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, ku teqînek li nêzîkî bingeheke serbazî hevbeş a hêzên Amerîka û Firensî li bajarokê Ên Îsa yê ser ba bajarê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê ve qewimî.
Li gorî zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê, ew teqîn gellekî bihêz bû û bi riya otombêleke bombekirî li pêşya avahiyeke hêzên Sûrya Demokrat û YPGê hat encamdan.
Got jî: Ji bilî şervanên HSDê, nêzîkî 200 serbazên Amerîkî û 75 serbazên Firensî li nav wê avahiyê dimînin.
Berî du rojan jî teqînek li Ên Îsa qewimî bû û li gorî asayişa li wî bajarokî ragihandibû, ew teqîn bi riya bombekirina otombêlekê bû û ti ziyanên canî di encama wê de neketibûn.
Heya niha zanyariyên piştrastkirî li ser qurbaniyên wê teqînê nehatine ragihandin.
N.O