Qeyraneke din li ber derî ye
Piştî ku Tirkiye dest bi tijîkirina bendava Elîso kir, asta ava çemê Dîcleyê bi rêjeya ji sedî 40 kêm bû. Şarezayên geologî jî hişyariyê didin û radigihînin. Heger karên pêwîst neyin kirin, ne tenê Iraq, lê belê Herêma Kurdistanê jî ziyanê dibîne û ava binê erdê jî jidest dide.
K24 – Navenda Nûçeyan

Şarezayê di stratejî û siyaseta avê Remezan Hemze ji K24ê re ragihand, Iraq li ber metirsiyeke mezin e, heger bi vî awayî be, reng e di heyama 2 mehên din de, av di bendava Mûsilê de nemîne.
Her çend e zêdetir ji sedî 60 ji jêderên avê li Herêma Kurdistanê ji jêderên navxweyî ne, lê şarezayên geologî hişyariyê ji destdana ava binê erdê didin.
Şarezayê geologî Dr. Celal Hesen dibêje: “Heger hat û welatên cîran avê li ser me bigirin, em dikarin li rêxistinên navdewletî û Netewên Yekgirtî giliyê tomar bikin, ji bo pêdaçûnê di vê pirsê de bikin.”
Got jî: “Kêmkirina rêjeya ava binê erdê di dahatûyê de, pirsgirêkên mezin ji Herêma Kurdistanê dirust dike.”
Ji roja 1ê Hezîranê ve av ji bo Bendava Elîso ya li Bakurê Kurdistanê tê girtin, vê yekê jî hîşt ku nîvê ava çemê Dîcleyê ya derbasî Herêma Kurdistanê û Iraqê kêm bibe.