Şam: Amerîka li xelkê Hesekê û Dêra Zorê dide ji ber ku tevlî HSD nabin
Hikûmeta Sûryê: Ji ber ku welatiyên gundewarên Hesekê û Dêra Zorê tevlî HSD nabin, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê wan bordûman dike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Sûryê ragihand, ji ber ku welatiyên gundewarên Hesekê û Dêra Zorê tevlî HSD nabin, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê wan bordûman dike.
Di nameyekê de ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Ewlehiya Navdewletî re, wezareta derve ya Sûryê, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi hevpeymaniyeke nerewa binav kir û ragihand, ku wê hevpeymaniyê êrîşî welatiyên sivîl li hejmarek ji gundên Hesekê û Reqa û Dêra Zorê kiriye, ji ber ku ew tevlî Hêzên Sûrya Demokrat nabin û hêzên HSDê, bi hêzên cudaxwaz binav kir.
Herwiha wezareta derve ya Sûryê daxwaz ji Encûmena Ewlehiya Navdewletî kir, ku aştiya navdewletî biparêze û komkojiyên ku Hevpeymaniya Navdewletî dike rawestîne û hebûna hêzên nerewa yên Amerîkî û yên welatên din li nav axa Sûryê bidawî bîne.
Wezareta derve ya Sûryê got jî: Armanc ji pêkanîna komkojiyan li dijî gelê Sûryê û piştevanîkirina terorê, têkdana yekîtî û selametiya axa Sûryê û dirêjkirina kirîza Sûryê ye.
N.O