Nêçîrvan Barzanî: Divê em dawî li ezeziyê bînin ji bo serkeftina zêdetir bidest bixin
Serokwezîr Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansa Bexşandina Baweriya (Iso 9001) bi Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê de ragihand, bexşandina vê bawernameyê derket ku di hemû rewşan de hikûmeta Herêma Kurdistanê xwazyarê çaksaziyê ye û ber bi qonaxeke baştir û pêşkêşkirina xizmetguzariyê ji welatiyan diçe.
K24 – Navenda Nûçeyan

Nêçîrvan Barzanî di konferansê de ku li Hewlêrê bi rê ve çû ragihand, ew sîstema niha hatiye ragihandin, berê bi serkeftin ji Desteya Geştûguzar û Hatûçûna Dihokê hatibû cibicîkirin, niha jî li Dîwana Wezareta Navxwe tê cibicîkirin.
Got jî: “Em hewl didin ji bo hemû sazî û dezgehan teknolojiya elektronîkî ya pêşkeftî dabîn bikin. Divê astengiyên li pêşiya karên hemwelatiyan li dermangehên hikûmetê werin rakirin. Divê hemwelatî ji vê sîstema kevin û rûtîn rizagar bibin.”
Nêçîrvan Barzanî amaje bi giringiya çaksaziyan di hemû wezaret û dezgehên hikûmetê de kir û got, ku ew piştgirî dide hemû çaksaziyên ku zêdetir xizmetê digihînin hemwelatiyan.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku ji bo bihêzkirina sîstema kargêrî ya Herêma Kurdistanê pêwîstî bi biryarên parlamentoyê jî heye û herwiha divê sûdê ji yasayan jî werbigrin.
Amaje bi wê da jî, îro di qonaxeke nû de ne. Bi xweragirî û qehremaniya Pêşmerge me karî DAIŞê bişkînin û hewla me jî ew e pêwendiyeke baş di çarçova destûra Iraqê de pêk hebe.
Tekez kir jî, Kurdistan xwedî sermiyeneke mirovî ya mezin e. Got jî, nabe serkeftin bi navê yek kesî be û divê em dawî li ezeziyê bînin ji bo serkeftina zêdetir bidest bixin.
S. B