Sefîn Dizeyî: Nikarin biryara paşxistina hilbijartinan bidin

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, dema hilbijartina parlemantoya Kurdistanê ti guhartin bi ser de nehatiye û di dema diyarkirî de bi rê ve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, dema hilbijartina parlemantoya Kurdistanê ti guhartin bi ser de nehatiye û di dema diyarkirî de bi rê ve diçe.

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re ragihand, dema yasayî ya hilbijartinên Herêma Kurdistanê temam bûye û li gor yasa divê hilbijartin bên kirin. dema hilbijartinan jî ji aliyê Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin û ew dem guncaw e.

Derbarê paşxistina dema hilbjartinan de, ku dengoyê wê yekê heye hin aliyên siyasî daxwaza paşxistina hilbijartinan dikin, Sefîn Dizeyî got: “Li gor zanyariyên min Serokê Hikûmetê nikare biryara derengxistina hilbijartinan bide, ji ber ku du xuleyên parlemantoyê ku hatibûn dirêjkirin, bidawî dibin, ji bo valahiya yasayî dirust nebe, divê hilbijartin werin kirin.”

 Roja 30ê Îlona 2018an wek roja hilbijartinên Herêma Kurdistan hatiye diyarkirin. Hin aliyên siyasî jî daxwaza derengxistina hilbijartinan kiribû.

 

S. B