YPG: Armancên Tirkiyê ne peydakirina aramiyê li Minbicê ye

Tirkiyê û Amerîka li ser nexşerêyekê ji 3 qonaxan ji bo bajarê Minbic rêkeftine, serkirdên HSDê dibînin ku dê bi erênî nêzîkî vê rêkeftinê bibin, heger xelkên Minbic biparêzin. Peyvdarê YPGê jî tekez dike ku dema Minbic bibe navenda planên Tirkiyê dê bersiva wê bidin.

 

K24 – Qamişlo  

Tirkiyê û Amerîka li ser nexşerêyekê ji 3 qonaxan ji bo bajarê Minbic rêkeftine, serkirdên HSDê dibînin ku dê bi erênî nêzîkî vê rêkeftinê bibin, heger xelkên Minbic biparêzin. Peyvdarê YPGê jî tekez dike ku dema Minbic bibe navenda planên Tirkiyê dê bersiva wê bidin.

Piştî civînekê di navbera wezîrên derve yê Tirkiyê û Amerîkayê li Washingtonê, Mewlûd Çawîşoglu ragihand ku di civînê de li ser nexşerêyekê ji 3 qonaxan lihev kirine. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bajarê Minbic bi fermî xwe kişandine, lê tevî wê jî ta niha Tirkiyê vê yekê red dike û dibîne ku YPG metirsiyan li ser ewlehiya Tirkiyê peyda dike.

Berdevkê Fermî yê YPG Nûrî Mehmûd diyar dike, ku armancên Tirkiyê ne peydakirina aramiyê û pêkanîna berjewendiyên xelkê Minbicê ye, lê belê bicîkirina armancên wê di Bakurê Sûriyê de ne. Tekez dike ku dema Tirkiyê bajarê Minbic mîna navendekê ji planên xwe re bikar bîne dê bersivên tund bibîne.

Ji aliyê din ve Rêvebirê Navenda Ragihandinê ya (HSD) Mistefa Balî dibêje, tevgera Tirkiyê li Minbic di çarçova zêdekirina propogendaya ji bo hilbijartinên serokatiya Tirkiyê ye. Dide zanîn jî ku xelkên bajarê Minbic bi aramî jiyana xwe bi rê ve dibin û dema rêkeftina navbûrî vê aramiyê biparêze ewê bi erênî nêzîkî wê dibin. Encûmena Minbic ya Leşkerî dema pêwîstî hebe dê bi erkê parastina ewlehiya bajêr rabe.

Li gorî xalên rêkeftinê, di qonaxa yekem de YPG di heyama 30 rojî de ji bajêr dê vekşin û ta 45 rojan hêzên Tirkî û Amerîkî dê çavdêriya bajêr bikin, di qonaxa 3'em de jî dê hikûmeteke xwecihî di heyama 60 rojî de ji pêkhateyên bajêr bê ava kirin.