Encûmena Sûriyeya Demokratîk: Ji bo pirsa Kurd diçin Şamê
Piştî ku Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihandibû ku ewê danûstandinê bi Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ji bo çaresekirina rewşa deverê bike, Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Ilham Ehmed aşker kir, ew amade ne ji bo van danûstandinan biçin Şamê.
K24 – Qamişlo
Piştî ku Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihandibû ku ewê danûstandinê bi Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ji bo çaresekirina rewşa deverê bike, Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Ilham Ehmed aşker kir, ew amade ne ji bo van danûstandinan biçin Şamê.
Hevseroka ESDê Ilham Ehmed ragihand ku ew amade ne şandeke danûstandinê bi rêjîma Sûriyê re ji bo Şama paytext bişînin. Endamê ESDê Ferhat Têlo dide zanîn, tevî hebûna hin xalên cudahiyê di navbera wan û rêjîmê de, lê tenê bi danûstandina bi rêjîmê re pirsgirêka Kurdî li Sûriyê dê çareser bibe.
Ferhad Têlo ji K24ê re got: “Ev şanda ku here, jixwe li ser Rêveberiya Xweser û mafên netewî yên Kurd e, wek miletekî dîrokî li ser xaka xwe jiya ye û danûstandinan li ser van xalan bike. Ne wek nerîna şanda opozîsyona hundir a ku hatiye ku pirsa Kurdî pirseke demokratîk e di hundirê Sûriyê de, na.”
Ji aliyê xwe ve, hin şirovekarên siyasî didin zanîn, heger Kurd bi yek şanda siyasî neçin şama Şamê, ewê ti encaman bi dest nexin. Herwiha dibêjin, heger danûstandin çê bibin ewê li ser vegera rêjîmê bo herêmên kurdî be, ne ji bo çareserkirina pirsgirêka netewa Kurdî li Sûriye be.
Şîrovekarê Siyasî Ferîd Sadûn ji K24ê re got: “Heta îro rêjîmê ti pênasîneke fermî nedaye pirsgirêka Kurdî û rêxistinên Kurdan di Sûriyê de, ji ber wê dema dibêjin dê maseyeke guftûgoyê di navbera wan de bê vekirin, xwasteka rêjîma ew e ku vegere parêzgeha Hesekê û çi devera di bin kontrola PYDê de be, ku ala xwe hilde û dezgehên xwe veke û hikûmet karê xwe bike wek ku tiştek nebûye, Guftûgo dê li ser van xalan çê bibe, ne ku dê pirsgirêka Kurdî û ka çi mafê Kurd heye. Guftûgo li ser vê çê nabe.”
Li gorî Ilham Ehmed ev danûstandin dê bê şert û merc bin.
Daxuyaniya Ehmed tê piştî hevdîtinekê bi şanda opozisyona hudir a Sûriyê ya ku serdana Rojavayê Kurdistanê dike û pêşbîn e bi hemû aliyên siyasî re bicive.