Şervan Derwîş: Qebûl nakin Tirkiye bikeve Minbicê
Encûmena Leşkerî ya Minbicê radigihîne, ew qebûl nakin artêşa Tirkiyê derbasî wî bajarî bibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Leşkerî ya Minbicê radigihîne, ew qebûl nakin artêşa Tirkiyê derbasî wî bajarî bibe.
Peyvdarê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji ajansa “Reuters” re ragihand, ew qebûl nakin Tirkiye hêzên xwe li Minbicê belav bike. Ew li benda Amerîka ne ji bo xalên rêkeftina wan bi Tirkiyê re zelal bike.
Şervan Derwîs got jî, ew dikarin bajarê xwe biparêzin û ligel zehmetî û gefên li ser wî bajarî wan karî di du salên bûrî de aramiyê Minbicê biparîzin.
Herwiha Şervan Derwîş ragihand, Tirkiye dixwaze siyaseta xwe li ser bajarê wan ferz bike û Tirkiye bixwe nikare tevliheviya ku li Efrîn, Ezaz, Cerablus û Babê heye kontrol bike.
Roja 4ê vê mehê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li Washingtonê civiyabûn, piştî civînê hat ragihandin ku her du aliyan derbarê Minbicê de li ser nexşerêyekê lihev kirin.
Çawîşoglu jî ragihand, li gor wê nexşerêyê YPG ji Minbicê derdikeve û çekên wê jî jê tên standin. Ji bo cibicîkirina nexşereya Menbicê jî ewê di nava 10 rojan dest bi xebatên amedekariyê bikin.
Piştî ragihandina vê lihevkirina Amerîkî – Tirkî, Fermandariya Giştî ya YPGê vekişandina hemû şêwirmendên xwe yên leşkerî ji bajarê Minbicê ragihand.
S. B