Pêşmerge êrîşeke DAIŞê şikand

Çekdarên DAIŞê êrîşeke berfereh bir ser gundên navçeya Cebare ya ser bi Xaneqînê ve û ji aliyê Pêşmerge û xwebexşan ve ew êrîş hat şikandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê êrîşeke berfereh bir ser gundên navçeya Cebare ya ser bi Xaneqînê ve û ji aliyê Pêşmerge û xwebexşan ve ew êrîş hat şikandin.

Peyamnêrê K24ê li Gemiyanê da zanîn, bi demjimêr 1:00 berdestê vê sibê çekdarên DAIŞê êrîşeke berfereh bir ser gundên Aşokan û Gilabat yên navçeya Cebare û hejmarek ji guleyên Hawinê jî avêtin wan her du gundan.

Da zanîn jî, ew her du gund Kurdnişîn in û nenêzîkî bajarokê Kifrê ne. Piştî destpêkirina êrîşê, hêzeke mezin a Pêşmerge bi hawara wan gundan ve çû û bi hevkariya ligel xwebexşên navçê, karîn wê êrîşê bişkînin.

Li gor zanyariyên me, di wê êrîşê de welatiyek birîndar bû.

Navçeya Cebare ser bi parêzgeha Diyale ve ye û ji piştî 16ê Cotmeha 2017an ve di destê hêzên Iraqî de ye, ji wê demê ve jî çendîn car e rastî êrîşên DAIŞê tê û ewlehiya wê navçeyê nehatiye parastin.

 

S. B