Îran 3 kolberên Kurd dikuje

Li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, Supaya Pasdarên Îranê teqe li kolberên Kurd kirin, di encamê de 3 kolber hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, Supaya Pasdarên teqe li kolberên Kurd kirin, di encamê de 3 kolber hatin kuştin û 3 kolberên din jî birîndar bûn.

Berpirsekî leşkerî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji K24ê re ragihand, şeva bihurî hejmarek ji kolberên Rojhilatê Kurdistanê li sînorê Pîranşarê dihatin Başûrê Kurdistanê, li devera Balekatî ketin kemîna Supaya Pasdaran û 3 kolberan hatin kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Li gor zanyariyên wî berpirsî, yek ji wan kolberên hatine kuştin bi navê Esed Sor e û xelkê Konexanê ye û birayê wî jî birîndar bûye. 2 kolberên din jî xelkê Ormiyê ne, lê ta niha navên wan nehatine zanîn.

Ji aliyekî din ve, Peyvdarê Polîsa Soranê Hawar Ergoşî ji K24ê re ragihand, şeva bihurî zêdetir ji 15 kolberên Rojhilatê Kurdistanê li devera Kêleşînê ya di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve hatin topbarankirin. Di heman demê de jî bi doşka teqe lê hatin kirin û di encamê de 2 kolber birîndar bûn.

 

S. B