Erdogan: Heger Bexda PKKê ji Iraqê der neke, emê êrîş bikin
Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku heger Bexda gerîlayên PKKê ji Iraqê dernexe, wê artêşa Tirkiyê bixwe êrîşî Qendîl, Şingal û Mexmûrê bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku heger Bexda gerîlayên PKKê ji Iraqê dernexe, wê artêşa Tirkiyê bixwe êrîşî Qendîl, Şingal û Mexmûrê bike.
Erdogan di dîdareke televizyonî de got: Heger biçûktirîn gef ji nav axa Iraqê li ser Tirkiyê bê kirin, emê Bexdayê haydar bikin û heger ew nikaribin wê pirsgirêkê çare bikin, wê Tirkiye bixwe êrîşî Şingal, Qendîl û Mexmûrê bike.
Herwiha Erdogan tekez jî, ku çêdibe êrîşên wan di her demekê de bên destpêkirin.
Ev daxuyaniya Erdogan di demekê de ye, ku di çend rojên derbasbûyî de, berpirsên Tirkiyê li gel nêzîkbûna dema helbijartinan, gefên xwe bi encamdana êrîşekê li ser Qendîl û Şingalê zêde kirine.
N.O