Şêx Mistefa: Em biryara Perlemana Iraqê red dikin

Ceifer Şêx Mistefa: Ew biryar lîstina bi agir e ku di encamê de, wê pîlan û bextê têkderan bişewitîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandarê hêzên 70yê Pêşmerge Ceifer Şêx Mistefa ragihnd, ku biryara Perlemana Iraqê ya derbarê hilweşandina  encamên dengdana taybet red dikin.

Ceifer Şêx Mistefa, di daxuyaniyekê de derbarê biryara Perlemana Iraqê ya hilweşandina encamên dengdana taybet û hêzên Pêşmerge ragihand, ku roja 6 Hizêranê rojeke tijî şermezarî ye ji bo ewên ku di nav hola Perlemana Iraqê de, pîlana pûçkirina dengdana taybet a Kurdistanê ragihandin.

Ceifer Şêx Mistefa diyar kir, ku ew li gel her biryareke destûrî û yasayî ne ku bi wekhevî xizmeta hemû pêkhatên gel û niştiman bike, lê di heman demê de, ew biryar û pîlanan red dikin ku dengê bi deh hezaran têkoşer û niştimanperwerên Kurdistanê pûç dikin û got: Ew biryar lîstina bi agir e ku di encamê de, wê pîlan û bextê têkderan bişewitîne.

N.O