DAIŞ çalak dibe û meşextî destpê dike
Fermandeyekî Pêşmerge: Bi taybetî di şevê de, Artêşa Iraqê li wan navçeyan, nikare bergiriyê li xelkê deverê bike, valahiyeke emnî çêbûye, lewra çekdarên DAIŞê çalak bûne.
K24 - Navenda Nûçeyan
Bi sedema êrîşa çekdarên DAIŞê li ser gundê Gilabat yê ser bi bajarokê Cebare ve li sînorê devera Xaneqînê, Kurdên akinciyên wî gundî bi neçarî ji cî û warên xwe bar dikin, hejmarek welatiyên Kurd ku ji tirsa çekdarên DAIŞê meşext bûne dibêjin, ku piştî 16ê Cotmeha 2017an û nebûna hêzên Pêşmerge li navçeyên wan û dagîrkirina wan navçeyan ji aliyê Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ve, çekdarên DAIŞê çalak bûne û niha êrîşên wan çekdaran zêde bûne û ti hêzek li tine ye ku parastina welatiyan bike.
Di şevên derbasbûyî de, çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Gilabat yê ser bi bajarokê Cebare ve kirin û welatiyekî Kurd şehîd kirin û yekî din birîndar kirin, hevdem çekdarên DAIŞê gef li xelkê gundên wê navçeyê kirin, lewra hejmarek ji xelkê deverê malên xwe bar kirin û xwe li navçeyên aram girtin.
Fatih Semend, yek ji wan welatiyan e ku careke din ji tirsa DAIŞê meşext bûye ji Kurdistan24ê re got: "Heger Hikûmeta Herêma Kurdistan û hêzên Pêşmerge bi hewara wan navçeyan ve neçin, wê xelk ji neçarî ji malên xwe birevin û xwe li navçeyên aram bigirin".
Herwiha Dayika Mihemed jî meşexteke din e ji wan navçeyan û bi sipasî behsa wan xwebexşan kir, ku di dema êrîşa DAIŞê ya çend rojên derbasbûyî wan xwebexşan alîkariya welatiyan kirin û ew rizgar kirin û got jî: "Em sed hezar car sipasiya xwebexşan dikin, di dema êrîşa DAIŞê de, bi hewara me ve hatin, heger ew nebana, wê çekdarên DAIŞê em hemû girtibana û serê me jêkiribana, sê demjimêran li gundê me şer berdewam bû".
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û vekişyana hêzên Pêşmerge ji Kerkûkê û beşekî ji navçeyên Germiyanê, navçe ket destê Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê de, ew yek bû sedema sereke ya derketina çekdarên DAIŞê li wan navçeyan.
Efserê lîwaya 136an ya hêzên Pêşmerge Burhan Namiq ji Kurdistan24ê re ragihand: "Bi taybetî di şevê de, Artêşa Iraqê li wan navçeyan, nikare bergiriyê li xelkê deverê bike, valahiyeke emnî çêbûye, lewra çekdarên DAIŞê çalak bûne".
N.O