Du partiyên Rojavayê Kurdistanê ji derveyî ENKSê û TEVDEMê nêzîkî hev dibin

Di navbera Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd Li Sûryê û Partiya Elwehdê de, baskê Mihyedîn Şêx Alî, li bajarê Qamişlo dîdareke şêwirdariyê hat lidarxistin.

K24 - Qamişlo

Di navbera Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd Li Sûryê û Partiya Elwehdê de, baskê Mihyedîn Şêx Alî, li bajarê Qamişlo dîdareke şêwirdariyê hat lidarxistin.

Li gorî berpirsên herdû partiyan, armanca wan ew e ku lêvegereke siyasî Kurdî ava bikin, lewra wan hejmarek ji rewşenbîr, sazî, rîsipî û akademisyenên Kurd tevlî dîdarê kirin.

Derbarê naveroka dîdarê, serkirde di Partiya Pêşverû de Faris Osman, ji K24ê re got: Gellek nerîn di civînê de hatin gotin, em bi hêvî ne, hemû aliyên Tevgera Kurdî lihev vegerin, ji ber ku rewşa me gellekî xirab e û ji Minbicê heya Şingalê gefên mezin li ser Kurdan hene.

Ji aliyê xwe ve jî serkirde di Partiya Elwehdê de Hisên Bedir, ji K24ê re got: Me kaxezek ji bo diyalogê di vê civînê de amade kiribû, berî kesên beşdar di civînê de amade bibin, me ew kaxez li ser wan dabeş kiribû, di wê kaxezê de, em li ser du xalan rawestiyan, yek jê li ser rewşa Sûrî bigiştî bû, xala din jî li ser rewşa Tevgera Siyasî ya Kurdî li Sûryê bû.

Kesên serbixwe ji rewşenbîr, rîspî û akadîmî tekez dikin ku pêwîst e civîn û dîdarên hevawa bigihêjin encamên baş û li ser vê yekê Ebdulselam Hisên ku yek ji wan rewşenbîrên amadeyî dîdarê bûye, ji K24ê re got: Divê civînê wiha bi nerîneke hevbeş derkevin, ew nerîna hevbeş wê bide xuyakirin çi pêwsît e bê kirin û çawa em serederiyê bi rêjîma Sûrî re yan bi Amerîka û bi aliyên din re bikin, lê heger civînên me tenê ji bo civînan bin, wê demê em nagihêjin ti encamekê, wek çawa ev 7 sal di Tevgera Kurdî de em li gel hev dicivin û dawî jî tenê em bi gotinan derdikevin û em ti karî nakin.

Li Rojavayê Kurdistanê 3 çarçoveyên siyasî hene, ENKSê, TEV-DEM û Hevbendî, herwiha hejmarek ji partî û saziyên serbixwe jî, ji derveyî wan çarçoveyan kar dikin û tevî ku piraniya partiyên siyasî di pêşeroja Sûriyê de hevnerîn in, lê heya niha nekarîne çarçoveyeke tekane pêk bînin

N.O