Li Rojhilatê Kurdistanê şer qewimî
Li ser sînorê bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, şer û pevçûn di navbera hêzeke çekdar û Supaya Pasdarên Îranê de qewimî.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li ser sînorê bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, şer û pevçûn di navbera hêzeke çekdar û Supaya Pasdarên Îranê de qewimî.
Şevê din, li zozanên Siyakêw li bajarê Şino, şer di navbera girûpeke çekdar û Supaya Pasdarên Îranê de qewimî, li gorî hin jêderên navxweyî li wî bajarî, di encama şer û pevçûnan de, kuştî û birîndar ji hêzên Îranî hene.
Berpirsê pêwendiyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Mihemed Salih Qadirî, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku şer li Şino qewimî ye, lê ti zanyariyên tekezkirî derbarê hejmara kuştî û birîndaran li cem wan tine ne.
N.O