Şervanên Minbicê li eniyên şer di amadebaşiyê de ne

Şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê li eniyên şer di amadebaşiyê de ne, fermandarên encûmenê dibêjin, ewê di parastina Minbic de berdewam bin, lê ta niha hûrgiliyên rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ne diyar in, nemaze ku pêşbîn e di rojên bê de ev rêkeftin bi cibicî bibe.

 

K24 – Minbic

Şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê li eniyên şer di amadebaşiyê de ne, fermandarên encûmenê dibêjin, ewê di parastina Minbic de berdewam bin, lê ta niha hûrgiliyên rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ne diyar in, nemaze ku pêşbîn e di rojên bê de ev rêkeftin bi cibicî bibe.

Şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê bi hestiyarî li qiraxa rojavayê çemê Sacûr dinêrin, ew dizanin ku li aliyê din çavên sor lê dinêrin, rêkeftinek li asoyên Minbicê digere, ku ta niha ne diyar e bi çi şêweyî ev rêkeftin dê bi rê ve biçe, demjimêrên vê rêkeftinê kêm dibin, şervan jî di amadebaşiyê de ne. Fermandarên Encûmena Leşkerî ya Minbicê dibêjin ku ji dema rêzgarkirina Minbicê ve ew rastî gefên Tirkiyê tên, lê di heman demê jî didin zanîn ku ev di parastina xaka xwe de dê berdewam bin.

Fermandarê Eniya Sacûrê Xelîl Ebdela ji K24ê re got: “Ji despêka rizgarkirina Minbicê ve em rastî gefên Tirkiyê tên, di dema dawî de jî gef zêde bûne. Niha rêkeftin heye, lê em parastina bajar û xelkê xwe bikin.”

Şervanên ku xêza çemê Sacûr diparêzin bi rengekî berdewam rastî guleyên artêşa Tirkiyê û Mertala Feratê tên, di demên dawî de jî, artêşa Tirkiyê bargeheke mezin li ser çiyayê Oşerî ava kir, ew jî bi mebesta ku herêmê bi tevahî di bin çavdêriya wê de be. Şervan dibêjin ku hewldanên Mertala Feratê hene bo xalên xwe li nêzî çemê Sacûr ava bikin.

Fermandarê di Encûmena Leşkerî ya Minbicê de Mihemed Ebû Hesen dibêje: “Derbarê rewşa leşkerî ya Minbicê de car caran teqe di navbera me û wan de çê dibe û em dikarin di rûyê wan de rawestin û berevaniyê li xwe bikin.

Ta niha civîn di navbera her sê aliyên rêkeftinê de berdewam in, herwiha hîn ti guhertin di nexşeya leşkerî de çê nebûye, bargehên Amerîkî li ser dirêjahiya çemê Sacûr bi cî ne û şervanên Minbicê jî di xalên xwe de ne.