Erdogan: PKK ne di xema mafên Kurdan de ye

Erdogan: PKKê Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û ew ne di xema mafên Kurdan de ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku PKKê Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û ew ne di xema mafên Kurdan de ye.

Receb Teyib Erdogan li bajarê Stenbolê, derbarê pêvajoya çareseriyê axivî û da zanîn, ku wan li ser PKKê pêşinyara kir, ku siyaseteke sivîlane bimeşîne û çekan deyne û siyaseta xwe li gorî yasayên Tirkiyê bike, lê PKK ev pêşinyar red kir û careke din dest bi şer kir.

Di dema dawî de bi taybet li gel nêzîkbûna dema helbijartinan, berpirsên Tirkiyê gefên derbarê encamdana êrîşekê li dijî PKKê li Qendîl, Şingal û Kampa Mexmûrê zêde kirin.

Duh jî wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, ku kengî welatê wî bixwaze, ew karin dest li ser Qendîlê deynin.

Suleyman Soylu ji televizyoneke taybet a Tirkiyê re axivî û derbarê operasyonên derveyî sînorên Tirkiyê tekez kir, ku berî niha Qendîl ji wan re armancek dûr bû, lê niha armanceke nêzîk e û kengî bixwazin ew karin Qendîlê bidest bixin.

Soylu diyar kir, ku ji bo encamdana operasyonekê li dijî Qendîlê, ew li bendî dema herî guncaw in û di demeke nêzîk de, wê serbazên Tikriyê biçin Qendîlê.

Navhatî tekez kir, ku armanca wan tenê bi Qendîlê bidawî nabe, ji ber ku ewê operasyonekê li Kampa Mexmûrê jî encam bidin.

Li ser heman mijarê, berî niha jî serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihandibû, ku heger Bexda gerîlayên PKKê ji Iraqê dernexe, wê artêşa Tirkiyê bixwe êrîşî Qendîl, Şingal û Mexmûrê bike.

Erdogan di dîdareke televizyonî de got: Heger biçûktirîn gef ji nav axa Iraqê li ser Tirkiyê bê kirin, emê Bexdayê haydar bikin û heger ew nikaribin wê pirsgirêkê çare bikin, wê Tirkiye bixwe êrîşî Şingal, Qendîl û Mexmûrê bike.

N.O