Serok Barzanî piştgîriyê li hevkariya di navbera zanîngehên Kurdistanê û Erebî de dike

Serok Mesûd Barzanî di çarçova pêşwazîkirina li Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî professor û diktor Sultan Ebû Orabî El-Idwan û Serokê Zanîngeha Selahedîn diktor Ehmed Dizeyî de, piştevaniya xwe ji hemû cureyên pêwendî û hevahengiya di navbera zanîngehên Kurdistanê û zanîngehên Erebî nîşan da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di hevdîtinê de Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî spasiya Serok Barzanî ji bo wê hevdîtinê kir û amaje bi rola Serok Barzanî di şerê terorê, aramî û hevkêşê navçeyê de kir.

Sultan Ebû Orabî El-Idwan pîrozbahiya serkeftina lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên parlemantoya Iraqê de kir, ku di 12ê Gulana bûrî de bi rê ve çûbû.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî di dirêjahiya axaftina xwe de pêzanîna wî ji bo rol û pêgeha zanîngehên Herêma Kurdistanê hebû, ku di pêşveçûnên berdewam de ne û standarta navdewletî di xwendinê de bidest anîne.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasiya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir û destxweşî li rola wê sekreteriyetê di çalakî û karên wê de kir û piştevaniya xwe ji bo hemû cureyên pêwendî û hevahjengiyê di navbera zanîngehên Kurdistanê û zanîngehên Erebî de nîşan da.

Rewşa siyasî û dawî pêşhatên navçê û Iraqê jî tewerekî din ê wê hevdîtinê bû.   

S. B