Partiyên Rojava li ser metirsiya rêkeftina Minbicê hevnerîn in

Li bajarê Minbic rêkeftina Tirkiyê û Amerîkayê tê bicîkirin, hêzên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê derbarê metirsiyên vê rêkeftinê de hevnerîn in û dibînin ku deverên din jî dê bibin armancên Tirkiyê. Herwiha tekez dikin, pêwîst e karekî diplomasî ji bo vê yekê bête kirin û civaka navdewletî bi erkê xwe rabe.

 

K24 – Qamişlo

Li bajarê Minbic rêkeftina Tirkiyê û Amerîkayê tê bicîkirin, hêzên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê derbarê metirsiyên vê rêkeftinê de hevnerîn in û dibînin ku deverên din jî dê bibin armancên Tirkiyê. Herwiha tekez dikin, pêwîst e karekî diplomasî ji bo vê yekê bête kirin û civaka navdewletî bi erkê xwe rabe.

Rêkeftina di navbera Tirkiyê û Amerîkayê a derbarê bajarê Minbic de dikeve warê piratîkê, nemaze piştî biryara ku hêzên hevbeş ji herdu dewletan gerên hevbeş di bajêr de pêk bînin, di demekê de ku Encûmena Minbic ya leşkerî radestkirina erkê parastina bajêr ji çi hêzê re be red dike. Hêzên siyasî yên Kurdî ji aliyê xwe ve dibînin ku bicîkirina rêkeftinê di Minbic de metirsiyan li ser deverine din jî peyda dike, nemaze ku civaka navdewletî derbarê çalakiyên Tirkiyê di Sûriyê de ta nuha bê deng e.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê (Pêşverû) Faris Osman ji K24ê re got: “Metirsiyeke mezin li cem heye wek Partiya Pêşverû û kolana Kurdî li herêma Cezîrê, ji ber ku em dizanin ku Tirk nasekinin. Me tevan dît ku dema destêwerdana wê di Sûriyê de ku çend xetên sor li Humis û Hemayê danîn lê ji wan vegeriya. Tirkiye dixwaze em Kurd ji vê qeyrana Sûriyê bêpar derkevin, ji berê wê ev rêkeftina hanê tevî ku Amerîka hin sozan didin, di baweriya me de soz ne rast in û rêkeftina wan bi Tirkan biçe dawî.”

Ji aliyekî din ve, hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku piştî erêkirina rêkeftinê ji aliyê Amerîkayê ve, êdî metirsiyên armancên Tirkiyê di bakurê Sûriyê de, herwiha di Rojavayê Kurdistanê de pêwîst e bi cidî ji aliyê tevgera siyasî ya Kurdî ve bêne şopandin û dozê ji hemû aliyên siyasî dikin ku dev ji siloganên ragihandinê berdin û dest bi karên deplomasî bikin, nemaze di nava civaka navdewletî de û dewletên xwedî bandor di dosya Sûriyê de.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat Salih Gedo ji K24ê re wiha axivî: “Ji ber vê yekê ez dibêjim divê tevgera siyasî ya Kurdî bi tevahî bêyî ku ez bi nav bikim, îro jê tê xwastin ku çalakiyên dîplomasî yên gelekî xurt bike û vî dengî bigihîne hemû dewletên navnetewî û hemû rêxistinên mafê mirovan û bi hemû awa em karibin alîkar bin, gelê Sûrî yê ji derveyî bakurê Sûriyê jî bi xwe re amade bikin ku li pêşiya van planan bisekinin.”

Di 4'ê vê meha Hizêranê de piştî civîneke dualî rêkeftinek ji bo birêvebirina bajarê Minbic di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de hate ragihandin. Li gorî xalên vê rekeftinê dê li ser 3 qonaxan bê bicîkirin, di demekê de ku tevahiya aliyên siyasî yên Kurdî li ser metirsiyên vê rêkeftinê li ser doza Kurdî hevnerîn in.