Buldan: Li Tirkiyê tenê jiber nasnamê Kurd rastî êrişan tên

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan, dibêje desthilata Tirkiyê çiqas wan dûr bixe jî ew bi biryar in ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de desthilatê têk bibin û pêkvejiyana Kurd, Ereb, Tirk û Ermeniyan bicîh bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan, dibêje desthilata Tirkiyê çiqas wan dûr bixe jî ew bi biryar in ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de desthilatê têk bibin û pêkvejiyana Kurd, Ereb, Tirk û Ermeniyan bicîh bikin.

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan, di çarçoveya bangeşeyên hilbijartinên 24'ê Hezîranê de li navçeya Bîrecîk ya Rihayê axivî û got, êdî li Tirkiyê tenê jiber nasnameya xwe Kurd rastî êrişan tên û duh li Enqerê 2 karkerên Kurd ji hêla komeke nijadperest ve ji qata pêncan ve hatine avêtin.

Buldan got, ev desthilat bingeha pêkvajiyanê tune dike, lê ew dixwazin jiyaneke wekhev bo hemû netewan bicîh bikin.

Buldan, bal kişand ser rakirina parêzbendiyê û jêstandina mafê parlamenteriyê ji parlamenterên HDPê û got, "Ew me qebûl nakin, me nabînin û nabihîzin, wek gelek parlamenteran mafê parlamenteriya Osman Baydemîr, Îbrahîm Ayhan û Dîlek Ocalan standin" lê ew nikarin têkoşîna wan rawestînin.

 

S. B