KCK: Encamên hilbijartinê nas nakin û rewa nabînin

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radigihîne, encamên hilbijartinên Tirkiyê ne rewa ne û nayin qebûlkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radigihîne, encamên hilbijartinên Tirkiyê ne rewa ne û nayin qebûlkirin.

KCK di derbarê encamên hilbijartinên Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, AK-Partî û MHP ji bo di hilbijartinan de biser bikevin her cure lîstîk û derewan kirine. Ji bo encameke bi kêrî vê armanca xwe bi dest bixe, bi her awayî zext û hîle kirine.

KCKê got jî, Şert û mercên ku hilbijartin tê de hate kirin, zextên di dema hilbijartinê de hatin kirin û destwerdana li sindoqan, vê hilbijartinê ne rewa dikin. 

KCKê diyar kir, êdî hatiye têgihiştin ku AK-Partî bi hilbijartinan dest ji desthilatdariya xwe bernade û divê li dijî wê têkoşîn were kirin.

KCK herwiha diyar kir, dê hikûmeta Tirkiyê li dijî PKKê şerê xwe berdewam bike û dê li dijî hêzên demokrasiyê û Kurdan pêvajoyeke zextê destpê bike.

 

S. B