Li Dihokê Konferansa “Dewletsazî û dariştina peykerê hikumraniyê li Herêma Kurdistanê” birêve diçe

Bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê, Enstûta Meri bi hevkariya parêzgeha Dihokê konferanseke taybet bi pirsa “Dewletsazî û dariştina peykerê hikumraniyê li Herêma Kurdistanê” îro birêve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê, Enstûta Meri bi hevkariya parêzgeha Dihokê konferanseke taybet bi pirsa “Dewletsazî û dariştina peykerê hikumraniyê li Herêma Kurdistanê” îro birêve diçe.

Enstûta MERI ragihand, li Hotela Reksos a bajarê Dihokê dawî raporta wê enstûtê bi navnîşana “Dewletsazî û dariştina peykerê hikumraniyê li Herêma Kurdistanê” tê pêşkêşkirin.

Wek di bangeşeya konferansê de hatiye, di raporta enostuta Meri de bi nerîneke rexnegirî kêmasiyên peykera sîstema hikumraniyê li Herêma Kurdistanê destnîşan dike û li gor rewşa navxweyî ya ku heye pêşniyazên çareserkirinê diyar dike.

Da zanîn jî, ew konferans bi awayê maseya berfereh tê birêvebirin û komek ji panel tê de têne pêşkêşkirin.

MERI aşkere kir, di konferansê de Serokatiya Parlemanto, Wezîrên Hikûmeta Herêmê, Serokên Deste û Fermangehan, Encûmena Parêzgehan, Parêzger, Berpirsên din ên parêzgehên Hewlêr, Silmanî, Helebce û Dihokê û hin kesayetiyên Akademisyen lêkolînan pêşkêş dikin.

 

 

S. B