Balyozê Romanyayê li Îraqê: Kompaniyên me bo veberhênanê vedigerin Herêma Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Romanyayê li Îraqê ragihand ku peywendiyên aborî û bazirganî yên welatê wî ligel Herêma Kurdistanê di qonaxa vejandinê de ne û kompaniyên Romanî cardin vedigerin Herêma Kurdistanê. Herwesa destxweşî li destkeftiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê pêşvebirina jêrxaneyê û avakirina bajaran de kir.
Balyozê Romanyayê li Îraqê Radu Dobri îro Duşemê, 12ê Cotmeha 2026ê, di hevpeyvîneka taybet de ligel Kurdistan24ê bal kişand ser asta peywendiyên welatê xwe ligel Herêma Kurdistanê û Îraqê, derfetên veberhênanê, pirsa dana vîzeyê, xwendina bilind û rewşa ewlehî ya deverê.
Radu Dobri behsa xurtiya peywendiyên navbera her du aliyan jî kir û got: "Me peywendiyeka gelek baş ligel Herêma Kurdistanê û Îraqê heye. Em di hevkariya aborî û bazirganiyê de xwedan ezmûneka dewlemend in, ya ji wê giringtir jî peywendiya rasterast a navbera welatiyên me ye. Kêmaniyeka Kurd a berçav li Romanyayê dijî ku gelek baş ligel civakê guncaye, herwesa bi hezaran xwendekarên Kurd li welatê me bawername bi dest xistine."
Di derheqa amadebûna kerta taybet a welatê xwe de jî, Balyozê Romanyayê got: “Berê û di salên borî de hejmareka zêde ji kompaniyên me li Herêma Kurdistanê çalak bûn, lê ji ber cenga DAÎŞê aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê û paşê belavbûna pejîka Koronayê, hejmara wan kêm bû.”
Navbirî herwesa ragihand: “Niha peywendiyên me xurt bûne û hejmareka berçav ji kompaniyên Romanî vegeriyane Herêma Kurdistanê û Îraqê. Pispor û kompaniyên me ha ji bazara Îraqê heye û berdewam çavdêriya derfetên nû yên veberhênanê dikin û me agahdar dikin, daku zanyarên ewlehî û aborî bidin wan. Li beranberî wê yekê jî, bo me serbilindî ye ku yek ji mezintirîn veberhênanên navxwe yên Romanyayê Kurd e.”
Tê nûkirin…