Amerîka: Divê Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên nakokî li ser in lihev bikin
Fermandarê Bilind ê Amerîka li Iraq û Sûriyê General Paul Funk ragihand, pêwîst e Pêşmerge û hêzên Iraqî li navçeyên ku cihên nakokiyê ne lihev bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarê Bilind ê Amerîka li Iraq û Sûriyê General Paul Funk ragihand, pêwîst e Pêşmerge û hêzên Iraqî li navçeyên ku cihên nakokiyê ne lihev bikin.
Fermandarê Bilind ê Amerîka li Iraq û Sûriyê General Paul Funk derbarê çawaniya birêvebirina navçeyên ku cihên nakokiyê ne ji K24ê re axivî û got: “Divê Pêşmerge û arêşa Iraqê bigihin rêkeftinekê.”
Got jî, DAIŞ ber bi mirinê ve ye û nabe rê bo were dayîn ku careke din serê xwe hilde.
Herwiha got: “Divê Pêşmerge û hêzên Iraqî bi hev re çareseriyê ji bo wan navçeyan bibînin û bi hev re wan navçeyan biparêzin. Ez li vir im ji bo pêwendiyê di navbera her du aliyan dirust bikim. Nikarim bibêjim ku Pêşmerge vedigere, di baweriya min de DAIŞ ber bi mirinê ve ye û nabe rê jê re were dayîn ku geş bibe.”
Wek ji axaftina wî fermandarî tê xwendin ku niha karê pêşîne yê li pêş Amerîkiyan e, aramî û ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê biparêzin û nabe ji bo geşbûna DAIŞê were dayîn.
S. B