Nêzîkî 200 geştyar li nav firîngeha Hewlêrê asê mane

Duh piştî nîvro nêzîkî 200 geştyar, li nav firîngeha Hewlêrê, ji ber nebûna firokeyan asê man.

K24 - Navenda Nûçeyan

Duh piştî nîvro nêzîkî 200 geştyar, li nav firîngeha Hewlêrê, ji ber nebûna firokeyan asê man.

Serokê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê Elî Reşîd, ku yek ji geştyaran e, ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, biryarbû firokeya taybet bi hêla ezmanî (Atles Jet) demjimêr 1ê piştî nîvro ber bi Tirkiyê ve birê ketiba, lê ji ber hebûna kêşeyeke teknîkî berî firînê, firoke rawestiya û tevahiya geştyaran ji firokeyê daketin.

Elî Reşîd diyar kir, ku piştî demekê careke din geştyar siwarî firokeyê bûn, lê careke din ji ber heman kêşeyê firoke nefiriya û geştyarên ku zarok, pîr û nexweş jî di nav wan de hebûn, neçar bûn dîsa ji firokeyê dakevin.

Reşîd got jî: Kesekî berpirs li nav firîngehê nebû ku bersiva me bide û me pêwendî li gel rêvebira firîngeha Hewlêrê Telar Fayiq kir, me jê re got, ku firoke kar nake û ew nizanin çi bikin.

Herwiha Serokê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê, bi dilgiranî got: "Ez Serokê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê me û kes tine ye bersiva min bide, gelo wê çawa bersiva van xelkê asayî bidin?".

Navhatî zelal kir, ku firîngeha navdewletî ya Hewlêrê, bûye wek kampeke penaberan û geştyar asê mane, ne dikarin biçin derve, ne firoke heye ku birêkevin û xelk li ser resîfê nan dixwin.

Reşîd got: Karmendên îdarî kes li firîngehê tine ye ku bersiva me bidin, ewê ku hene jî, tenê karmendên asayişê ne, ew jî ti pêwendiya wan bi vê kêşeyê re tine ye, tevî ku firoke têkçû ye, çenteyan jî nadin me.

Serokê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ragihand, ku ewê civîneke awarte ji Encûmena Parêzgeha Hewlêr re, taybet bi firîngehê lidar bixin û lêkolînê derbarê kêmaniyên îdarî bikin.

N.O