Hêzên polîs li Kerkûkê ketine amadebaşiyê de
Jêderekî ji hêzên Pêşmerge ragihand, ku rewşa Kerkûkê gellekî xerab e û metrisî li ser ewlehiya wê heye, lewma wan hêzên xwe li Pirdê xistine amadebaşiyê de.
K24 - Navenda Nûçeyan
Bi fermana rêvebirê polîsên bajarê Kerkûkê Elî Kemal, tevahiya hêzên polîs ketine amadebaşiyê de, ji ber ku egera têkçûna rewşa ewlehiyê heye.
Ji aliyê xwe ve, jêderekî ji hêzên Pêşmerge ragihand, ku rewşa Kerkûkê gellekî xerab e û metrisî li ser ewlehiya wê heye, lewma wan hêzên xwe li Pirdê xistine amadebaşiyê de.
Di çend rojên derbasbûyî de, hejmarek kiryarên revandin û kuştinê li başûrê Kerkûkê hatin tomarkirin û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ew kiryarana bi tawanên terorîstî binav kir.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 201an, valahiyeke ewlekarî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê çêbû û niha aliyên siyasî daxwaza vegera hêzên Pêşmerge dikin, daku ewlehiya wan navçeyan biparêzin.
N.O