Mêrgesor.. Di topbarana Artêşa Tirkiyê de keçek şehîd bû

Di encama topbarana artêşa Tirkiyê ji gundê Bawra û navçeyên sînorî de, keçeke 19 salî ya ji gundê Helaniye ya devera Mêrgesorê şehîd bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama topbarana artêşa Tirkiyê ji gundê Bawra û navçeyên sînorî de, keçeke 19 salî ya ji gundê Helaniye ya devera Mêrgesorê şehîd bû.

Peymanêrê K24ê l Soranê ragihand, îro demjimêr 15:00 dema artêşa Tirkiyê bi topên Hawinê navçeya sînorî topbaran dikir, keçeke 19 salî ya bi navê Dînar Reşîd şehîd bû.

Bavê wê keçekê ji K24ê re got, ew bi mebesta kar çûbûn gundê Bawra û artêşa Tirkiyê ew gund topbaran kir. Got jî, her çi Tirkiye bi bihaneya hebûna çekdarên PKKê topbaran dike, lê hebûna PKKê di wê demê de di nava gund de nebû.

Li gor daxuyaniya Polîsa Soranê, ew keç ligel malbata xwe çûne pişt gundê Bawra ku dikeve ser sînorê Başûr û Bakurê Tirkiyê û di wê demê de jî Tirkiyê ew navçe topbaran kir û di encamê de ew keçik şehîd bû.

 

S. B