Şepoleke germê bi ser Herêma Kurdistanê ve tê
Li gor pêşbîniyên keşnasiyê, sibe Duşemê 2 Tîrmehê duyem şepola germa Havînê bi ser Herêma Kurdistanê de tê û li hin navçeyan pileya germahiyê bi ser 46 pileyan dikeve.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor pêşbîniyên keşnasiyê, sibe Duşemê 2 Tîrmehê duyem şepola germa Havînê bi ser Herêma Kurdistanê de tê û li hin navçeyan pileya germahiyê bi ser 46 pileyan dikeve.
Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê li Herêma Kurdistanê ragihand, sibe Duşemê 2 Tîrmehê duyem şepola germa Havînê bi ser Herêma Kurdistanê de tê û bilindbûna pileyên germê 4-6 pileyan ji asta xwe asayî zêdetir dibe. Sêşemê jî 1-2 pileyan zêde dibe.
Keşnasiyê da zanîn, li navenda parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê bilindtirîn pileyên germê di navbera (44 ta 46) pile dibe û li parêzgeha Kerkûkê û devera Germiyanê bi ser 46 pileyan dikeve.
Li gor pêşbîniyên keşnasiyê, ew bilindûna pileyên germê ta roja Pêşncşemê 5ê Tîrmehê berdewam dibe û roja Înê 4-5 pile nizm dibe.
S. B