ENKS rewşa Efrîn û rojhilatê Ferêt bi Fransayê re gotûbêj dike
Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) sibe bi Wezareta Derve yê Fransayê re dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sibe şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi Wezareta Derve yê Fransayê re dicive.
Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco ji K24 re ragihand, li ser daxwaza Fransayê, şandek ji ENKSê sibe bi Wezareta Derve ya Fransayê re dicive.
Kamîran Haco da xuyakirin, armanca wan ji vê hevdîtinê ew e, rewşa Kurdistana Sûriyê û taybet mijara Efrînê û rojhilatê çemê Ferêt gotûbêj bikin.
Got jî, roleke Fransa ya bi bandor di Sûriyê de heye, hevdîtina ENKS jî bi Wezareta Derve ya Fransayê re di çarçova parastina mafê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û taybet di destûra nû ya Sûriyê de tê.
Aşkere kir jî, şand ji Serokê ENKS Sûid Mele, Serokê Komîta Pêwendiyên Derve Kamîran Haco, endamê wê Komîteyê Ibrahîm Biro û Nûnerê ENKSê di Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de Hewas Egîd pêk tê.
S. B