Nêçîrvan Barzanî û Erdogan têkeliyên Hewlêr-Anqerê dinirxînin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serkomarê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan, êvara roja 02.07.2018ê, di peywendiyeke telefonî de çend mijarên aktuel gotûbêj kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serkomarê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan, êvara roja 02.07.2018ê, di peywendiyeke telefonî de çend mijarên aktuel gotûbêj kirin.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, bi boneya serkeftina Erdogan û partiya wî di hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi germî pîrozbahî li serokomarê Tirkiyê Erdogan kir û serkeftin jê re xwest. Erdogan jî sipasiya Serokwezîr Barzanî kir.

Her du aliyan têkeliyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Tirkiyê nirxandin û tekezî li ser zêdetir pêşdebirina wan têkeliyan di hemû waran de kir û têkeliyên Hewlêr-Anqerê ji bo her du aliyan bi giringî binav kirin.

Serokwezîr Barzanî û Serokomar Erdogan di peywendiya telefonî de, rewşa herêmî û pêşhatên nû digel çend mijar û pirsên din gotûbêj kirin.

 

S. B