Ziyanên teqîna komgeha çekan a Silêmaniyê tê aşkerekirin
Şeva derbasbûyî komgeheke çek û teqemeniyê li Til Silûcê li nêzîkî Silmaniyê teqiya. Fermandarê hêzên 70 yên Pêşmerge aşkere kir, di encama teqînê de 4 Pêşmerge birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şeva derbasbûyî komgeheke çek û teqemeniyê li Til Silûcê li nêzîkî Silmaniyê teqiya. Fermandarê hêzên 70 yên Pêşmerge aşkere kir, di encama teqînê de 4 Pêşmerge birîndar bûn.
Di daxuyaniya Fermandariya Hêzên 70ê ya Pêşmerge de hat, şeva derbasbûyî demijmêr 22:20 agirek bi komgeheke hêzên 70ê li Til Silûcê ket, bo heyama 3 demjimêran teqîn di komgehê de berdewam bû.
Daxuyaniyê aşkere kir, di encamê de 4 Pêşmerge bi sivikî birîndar bûn û niha rewşa wan cîgir e û lêkolîn derbarê sedema pêketina agir û diyarkirina ziyanan berdewam e.
Ji aliyê xwe ve, Seroka Komîta Karûbarên Pêşmerge di Parlemantoya Kurdistanê de Şîlan Şêx Cefer ji K24ê re xuya kir, ji bo teqîna komgehên çek û teqemeniyan li Herêma Kurdistanê, wan banghêşta Wezareta Pêşmerge kirine û daxwaza ronîkirinê kirine.
S. B