Li Başûrê Kurdistanê pileya germê bilind dibe

Li gor pêşbîniyên keşnasiyê, pileya germê li Herêma Kurdistanê bilind dibe û li hin navçeyan pileya germê digihe 50 pileyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor pêşbîniyên keşnasiyê, pileya germê li Herêma Kurdistanê bilind dibe û li hin navçeyan pileya germê digihe 50 pileyê.

Rêveberiya Keşnasî û Eredhejê li Herêma Kurdistanê pêşbîniyên keşûhewaya îro û sibe belav kir. Li gor pêşbîniyan îro bilindtirîn pileya germê tê tomarkirin, ku li Hewlêrê 47, Silêmaniyê 46, Dihok 45 û Kerkûkê 48 pile dibin.

Derbarê keşûhewaya sibe jî ragihand, pileya germê li hin navçeyan kêm dibe û li Hewlêrê 46, Silmaniyê 45, Dihok 44 û li Kerkûkê 47 pile dibin.

 

S. B