Egera şewata daristanên Yunanê eşkere bû

Heta niha hejmara kesên jiyana xwe jidest dan e gihiştiye 82 mirovan, 200 kes brîndar in û bi dehan mirovên wenda hene

K24 – Navenda Nûçeyan

Egera şewata daristanên Yunanistanê, nêzîkî paytext Atînayê eşkere bû. Ligor zanyariyên şaredariya Mati, ku şewata daristanan li wir destpêkiribû, kabloya elektrikê ku şewitiye bûye egera vê keraseta mezin li Yunanistanê.

Heta niha hejmara kesên jiyana xwe jidest dan e gihiştiye 82 mirovan, 200 kes brîndar in û bi dehan mirovên wenda hene.

Herweha ziyanên gelek mezin ên aborî bi egera şewatê rûdan e, heta niha jî şewat bi tevayî nehatiye kontrol kirin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment