Li Serê Kaniyê ax herifî û zarokek bû qurbanî

Ji ber sedema herifandina xakê li Serê Kaniyê, zarokekî 14 salî canê xwe ji dest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber sedema herifandina xakê li Serê Kaniyê, zarokekî 14 salî canê xwe ji dest da.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, duhî û ji ber herifandina xakê li taxa Ronahî ya bajarê Serê Kaniyê bû sedem ku sîtêra avê ya şaredariya bajêr biqulibe û bi ser kurê ajokerê sîtêrê de bê xwarê.

Ew zarokê 14 salî bo nexweşxaneya Roj ya bajarê Serê Kaniyê hate veguhestin, piştre jî ew zarok bo nexweşxaneya Qamişlo hate veguhestin û li wê derê canê xwe ji dest da.

Li gorî hin welatiyan, kûrbûna devera hatiye herifandin gihişte 1 metroyî û ferehiya wê jî gihişte 2 metroyan.

 

S. B