Bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24 fîlmek li ser referandûmê tê berhemanîn
Derhênerê sînemayê Soran Îbrahîm ji K24ê re ragihand, fîlmekî sînemayê derbarê bûyerên 16ê Cotmehê û referandûma serxwebûna Kurdistanê tê berhemanîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Derhênerê sînemayê Soran Îbrahîm ji K24ê re ragihand, fîlmekî sînemayê derbarê bûyerên 16ê Cotmehê û referandûma serxwebûna Kurdistanê tê berhemanîn.
Soran Îbrahîm dibêje: ”Ew fîlmê sînameyê bi navê Hewafiroş û taybet bi pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê û piştre proseya dagîrkirina Kerkûkê û bûyerên 16ê Cotmehê dibe.”
Diyar kir jî, di wê berhema sînemayê de stafekî pispor yên navxweyî û derveyî Herêma Kurdistanê beşdariyê di fîlmî de dikin û bi kamîreyên pêşketî û bi teknîkeke nû tê kişandin.
Tekezî li ser wê yekê kir, Dezgeha Kurdistan24ê ji aliyê medyayî ve sponserê berhemanîn û numayişkirina fîlmê girtiye ser sane xwe.
Biryar e yekem numayişkirina wî fîlmî roja 16ê Cotmeha 2018an de dibe û piştre jî di festival û boneyên taybet de tê numayişkirin.

S. B