HDP hêvîya tifaqê ji CHP dike
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Sezaî Temellî bang li partiya muxalefeta sereke ya Tirkiyê Partiya Komarî ya gel CHPê kir ku bi hev re tifaqekê ava bikin

K-24 Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê, niha partiyên siyasî xwe ji bo hilbijartinên herêmî ên ku dê Adara 2019an bêne kirin amade dikin û di nava lêgerîna tifaqan de ne.
Di vê çarçoveyê de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Sezaî Temellî bang ji partiya muxalefeta sereke ya Tirkiyê Partiya Komarî ya gel CHPê kir ku bi hev re tifaqekê ava bikin û di hilbijartinên herêmî de serbikevin.
Ev daxuyaniya Temellî rê li ber nîqaşa gelo HDP û CHP ya ku di hilbijartinên 24ê Hezîranê de nikaribûn tifaqekê ava bikin, ji bo hilbijartinên herêmî wê bi hev re tev bigerin vekir.
Derbarê vê mijarê de Cîgirserokê koma HDPê Ayhan Bîlgen di nêrînên xwe yên bo Kurdîstan24ê de ragihand ku, ji bo vê yekê erka ku dikeve ser milê wan ew dê bikin.
Ayhan Bîlgen -Cîgirserokê Koma HDPê, tîne ziman:
Her çiqas di hilbijartinên 24ê Hezîranê de partî nehatibin bal hev du jî, li Kurdistan û bajarên Tirkiyê gel tifaqeke mezin avakiribû. Em di vê baweriyê de ne ku, hilbijartinên Adar a 2019an fersendeke mezin e ji bo me ku tifaqekê ava bikin. Ji bo ku em wîna xwe ji destê qeyyûman derxin û li bajarên Tirkiyê rê li ber guherîneke siyasî wekin çi ji destê me bê emê bikin. Em ê siyaseteke biprensîp û hevgirtî bimeşînin û ji bo guherîneke bi her avayî çi ji deste me tê em dê bikin. Lê CHP e ji bo vê yekê çiqas amade ye û helwesta wê dê çi be em ê bihev re bibînin.
Derbarê banga HDP de heta niha ji aliyê partiya muxalefeta sereke CHPê ve daxuyaniyeke fermî nehatiye ragihandin, lê belê parlementerên CHPê dibêjin, ji bo guherîneke berfireh Lazim e tifaqeke xurt bê avakirin di hilbijartinên herêmî de.
Nîhat Yeşîl -Parlamenterê CHPê, diyar dike:
Helbet dema ku şert û merc guncav bin hewceye tifaqeke bê avakirin. Rêveberiyên partiyê jî dê wê banga HDPê binirxînin û li gorî wijdana gel gavekê biavêjin. Ji bo ku ev tifaq bê avakirin di nava rêveberiya partiyê de çi pêwîst be em ê bikin. Tifaqa ku di nava gel de hatiye avakirin êdî pêwîst e di asta partiyan de jî bê sazkirin. Ji bo hevsengiyeke nû hewceye em bihev re tev bigerin.
Di hilbijartinên 24ê Hezîranê ya Serokomarî û yên parlementeriyê de HDP bi tena serê xwe CHPê ji bi Tifaqa Gel ku ji Partiya Îyî, Partiya Saadet û Partiya Demokratê pêk dihat beşdarî hilbijartinan bêbûn. Gelo HDP û CHPê dê ji bo hilbijartinên herêmî ku dê Adar a 2019an de pêk bên tifaqekê ava bikin yan na rojên pêşiya me de bersiva vê pirsê wê zelaltir bibe.
C.B