Komisyona Hilbijartinan hin qewareyan siza dide

Komisyona Hilbijartinan: Her yek ji lîstên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, bi 3 milyon Dînaran hatine sizadan.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî daxuyaniyeke Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Raprisiyê li Herêma Kurdistanê, çend lîst û qewareyên beşdar di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de, pêbendî yasa û rênimayan nebûne û ji ber vê yekê ji aliyê Komisyonê ve, hatine sizadan.

Komisyonê diyar kir, ku her yek ji lîstên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, bi 3 milyon Dînaran hatine sizadan.

Her yek ji qewareyên (Ber bi Islahê ve), ku ji Yekgirtûya Islamî û Tevgera Islamî pêk hatiye, Partiya Geşepêdana Tirkumanî, Partiya Çaksazî ya Tirkumanî û qewareya "Encûmena Gel a Kildanî Siryanî Aşurî", bi milyonek Dînar hatine sizadan.

Herwiha berbijarê kota Ermeniyan ku (Yirwant Nîsan Markos)e, bi 500 hezar Dînar hatiye sizadan.

Kempînên bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, ku biryar e 30 vê mehê bên encamdan, duh destpê kirin û heya 28ê vê mehê berdewam dibin.

N.O