Serok Barzanî û Sûdanî rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê gotûbêj kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û di hevdîtinekê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê gotûbêj kirin, her wiha tekezî li ser pêwîstiya temamkirina pêkhateya wezîran a hikûmetê û pejirandina budceya giştî kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Cotmehê pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Hikûmeta Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Geşepêdanê Mihemed Şiya Sûdanî kir.
Di hevdîtinê de, guftûgo li ser rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê hate kirin û her wiha tekezî li ser pêwîstiya temamkirina pêkhateya wezîran a hikûmeta federal û piştgirîkirina wê hate kirin.
Di beşeke din a civînê de, ronahî hate xistin ser dengdana li ser budceya giştî û derxistina yasayên pêwîst, ligel çareserkirina kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê bi rêya diyalog û hevtêgihîştinê.