Qamişlo.. Xwendekarên Kurd daketin qadan: Daxwaza perwerdeya fermî ya bi kurdî dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişloyê hejmarek ji xwendekarên Kurd li ber avahiya Rêveberiya Herêmê kom bûn û nerazîbûna xwe nîşan dan. Xwendekaran sînordarkirina zimanê kurdî di çarçoveyeke teng a perwerdeyê de şermezar kirin û daxwaza naskirina fermî û destûrî ya zimanê kurdî kirin.
Di xwepêşandanê de, xwendekaran pankartên bi dirûşmên parastina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bilind kirin; ji wan dirûşma sereke: “Mafê me yê xwezayî ye ku em bi zimanê xwe yê dayikê hîn bibin”.
Beşdarên çalakiyê tekez kirin ku divê nasnameya çandî, zimanî û mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî zelal û fermî di destûra nû ya Sûriyeyê de cih bigirin û bi yasayan bêne misogerkirin.
Ev çalakî di çarçoveya pêleke nerazîbûnê de tê ku bajar û deverên cuda yên parêzgeha Hesekê û bajarê Kobaniyê li xwe girtiye; tê de welatî sînordarkirinên li ser proseya xwendina bi zimanê kurdî red dikin.
Li gorî biryarên fermî yên ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatine ragihandin, zimanê kurdî wek "zimanekî niştimanî" tê naskirin û tenê hefteyê sê wane (ligel waneyeke çalakiyan) li dibistanên wan deverên ku piraniya şêniyên wan Kurd in ji bo vî zimanî hatine veqetandin.
Lê belê xwendekar, mamoste, rêxistinên sivîl û xelkê herêmê vê pêngavê têrker nabînin û wek hewldaneke sînordarkirinê dinirxînin. Daxwaza sereke ya xelkê ew e ku sîstemeke giştî û fermî ya perwerdeyê bi zimanê kurdî ji bo hemû pirtûk û babetên xwendinê — wek matematîk, fîzîk û zanistan — bê pejirandin, da ku xwendekarên Kurd karibin bi azadî û bi temamî bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin.