Nûnera Amerîka li ser dawî pêşhatên Sûriyê bi ENKSê re civiya

Nûnerên ENKS ên di Îtîlafa opozîsyona Sûriyê li Stenbolê ligel Nûnera Amerîka ya taybet bi dosya Sûriyê Zahra Bill re civiyan û ENKSê nerîna xwe derbarê rewşa Efrîn, Idlib û rojhilatê çemê Ferêt de ji nûnera Amerîkî re ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerên ENKS ên di Îtîlafa opozîsyona Sûriyê li Stenbolê ligel Nûnera Amerîka ya taybet bi dosya Sûriyê Zahra Bill re civiyan û ENKSê nerîna xwe derbarê rewşa Efrîn, Idlib û rojhilatê çemê Ferêt de ji nûnera Amerîkî re ragihand.

Cîgirê Serokê Îtîlafa opozîsyona Sûriyê û Nûnerê ENKSê di Îtîlafê de Ebdilbasit Hemo ji K24ê re da zanîn, di civînê de nûnerên ENKSê ku ji wî û Fûad Elîko û Hewas Egît pêk hatibû, nerîna xwe ya derbarê dawî pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên li Efrîn, Idlibê û rojhilatê çemê Ferêt de guftûgo kirin û amaje bi rewşa koçberî, nebûna xizmetguzarî û pêwîstiyên jiyanê û xwendinê li wan navçeyan kirin.

Diyar kir jî, di civînê de nûnerên ENKSê behsa wê yekê kirin ku PYD û rêxistinên ser bi wê ve pişta xwe bi pêwendiyên xwe yên bi Amerîka re xurt dikin û kiryarên terorî û serkotkirinê encam didin, wek girtina nivîsgehên ENKSê, sepandina leşkeriya neçar û becan û serkotkirina azadiyan di hemû waran de û daxwaz kirin ku fişar li PYDê bê kirin da ku wan kiriyaran rawestîne.

Her di wê civînê de, Nûnerên ENKSê tekezî li ser vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê kirin, ji bo bi erkê xwe ya parastina navçê rabe.

Diyar kir jî, Nûnerên ENKSê daxwaz ji aliyê Amerîkî kir, ku bi awayekî cidîtir piştevaniya opozîsyona Sûriyê bike, wek çawa Rûsya û Îranê piştevaniyeke bihêz didin rêjîma Sûriyê û li ser erdê jî bipêş dikeve.

Derbarê egera destpêkirina operasyona Idlibê de, nûnerê ENKSê amaje bi metirsiyên şerê li ser Idlibê kirin û diyar kirin ku dê jiyana sivîlan rastî metirsiyan bê û ji encama operasyonê dê hejmarek mezin ji xelkê Idlibê koçberî Efrînê bibe, ku ev dê bibe sedema karesateke mirovî û guhartineke demografî li Efrîn û navçê.

Ji aliyê xwe ve Nûnera Amerîkî tekez kir, derbarê rewşa Sûriyê guhartineke mezin di rêveberiya Amerîkî de çê bûye, bi taybet ku tîmeke nû û berfereh bo wê dosyê hatiye diyarkirin, ku James Jeffrey wek Nûnerê Amerîka yê Taybet bi Karûbarên Sûriyê hatiye destnîşankirin û rojane hemû pêşhat û bûyeran nû li Sûriyê dişopîne.

Li ser danûstandinên di Navbera MSD û rêjîma Sûriyê de, Zahra Bill da zanîn, ti pêşketin di wan danûstandinan de nebûne û heta Amerîka li navçê heye, ti rola rêjîma Sûriyê nabe. Herwiha Amerîka rê nade rêjîm bigihe armancên xwe.

Herwiha got, Amerîka kar li ser wê yekê dike ku hemû hêzên opozîsyonê di yek çarçovê de kom bike û piştevaniya wê bike û li Cenêvê pêvajoya çareseriyeke siyasî berdewam dibe. Aşkere kir jî, di hefteya bê de James Jeffrey bi Staffan De Mistura re derbarê pêvajoya siyasî û komîta dariştina destûra nû ya Sûriyê de dicive.

Nûnera Amerîka ya taybet bi dosya Sûriyê Zahra Bill tekez kir jî, dê hevdîtinên aliyê Amerîkî bi ENKS û Îtîlafa opozîsyona Sûriyê re berdewam be.

 

S. B